Şaredarî erzaqî li 10 Hezar malbatan belav dike
Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyan alîkariya erzaqî dida 5 hezar malbatan, bi boneya virûsa koronayê ev hejmar duqat zêde kir û bi biryara Walî Hasan Basrî Guzeloglu dê erzaqî li 10 hezar malbatan belav bike.
Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyan alîkariya erzaqî dida 5 hezar malbatan, bi boneya virûsa koronayê ev hejmar duqat zêde kir û bi biryara Walî Hasan Basrî Guzeloglu dê erzaqî li 10 hezar malbatan belav bike. Belavkirina erzaqî dest pê kir.
Koliyên erzaqî 23 kîlo ne, tê de fasûlî, ar, meqerne, nîsk, nok, savar, birinc, rûnê Ayçiçek, şekir û selçe heye. Kolî bi serperiştiya Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve tê belavkirin.
