Şaredarî her roj 61 hezar maskeyan belav dike
Şaredariya Bajarê Mezin, bi serpereştiya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, her roj bi awayekî bêpere li 47 cihên cihê cihê yên navçeya Sûr, Yenîşehir, Baglar û Peyasê rûpoşan belav dike. Mebest ji vê yekê parastina ji nexweşiya korona (Covit-19) ye.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ku nexweşiya korona (Covit-19) berbelav nebe her roj li qadeke 550 metrekare xebata dezenfektekirinê dimeşîne, ji bo paqijkirina destan unîteyên dezenfektekirinê li hin cihan bi cih kirin, ji bo xebatkarên tenduristî û dermanxaneyan otobûsên şaredariyê kirin bêpere, 23 kîlo erzaq li pêdivî û destengan belav dike, niha jî bi talîmata Serkomar Recep Tayyip Erdogan û bi serkêşiya Walî Hasan Basrî Guzeloglu, dest bi belavkirina maskeyan kiriye. Maske bêpere tên belavkirin, vî karî Serokatiya Daîreya Tenduristiya bi rê ve dibe û li 47 cihên navçeya Baglar, Sûr, Yenîşehir û Peyasê her roj tên belavkirin.
Maske li van deran tên belavkirin
Maske bi beşdariya xebatkarên bi ser Serokatiya Daîreya Tenduristiyê, Serokatiya Daîreya Veguhastinê û Serokatiya Daîreya Zabiteyê ve tên belavkirin, cihên maske lê peyda dibin weha ne; li Sûrê li ber Mizgefta Mezin, Cadeya Melîkahmet, Cadeya Hz Silêman, Cadeya Gazî, Cadeya Turîstîk, Meydana Deriyê Çiyê, ber Mizgefta Nebî, li cadeya Hatun Kastel, Ferît Koşka Dîcleyê, Şemsîler û Cadeya Nexweşxaneyan; li Yenîşehrê li cadeya Gewranê, Ekîncîlerê, Şehîtlix û Îstasyonê, li Kuçeya Rizvanaxa, Seyrantepe TOKÎ, Aziziye, Gundogan, Îplik û taxa Yolaltiyê; li Baglarê li cadeyên Koşuyoluyê, Bayramogluyê, Alîpinarê, Sento, Gîrne, Göçmenler, Yenîhal, İnonû, Fatih û Newrozê, li koşeya jêr û jor ya Girtîgehê, Dortyolê, Kuruçeşmê, Yanikkoşkê û Mavî Koşeyê; li Peyasê jî li cadeyên Diclekentê, Gazilerê û Doktor Sitki Goral, Mega Centerê, Tesîsleran, Duryana Dunyayê, derdora Parkormaniyê û derdora Ceylanê. Ekîb rojane li van deverên destnîşankirî 61 hezar maske û rûpoşan li xelkê bi awayekî bêpere belav dikin.
