Şaredarî kontrolên berî cejnê dike
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tenduristiya gel biparêze û gel bikaribe zexîreya pêbawer bi dest bixe berî Cejna Remezanê, li market, goştfiroş, cihên şêranîfirotinê û pastaxaneyan saxtiyên xwe şidandin. Ekibên bi ser Kotrola Zexîreyê û zabitayan kargeh di warê hîjyenê de saxti kirin u berî cejnê lez dan xebatên xwe.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tenduristiya gel biparêze û gel bikaribe zexîreya pêbawer bi dest bixe berî Cejna Remezanê, li market, goştfiroş, cihên şêranîfirotinê û pastaxaneyan saxtiyên xwe şidandin. Ekibên bi ser Kotrola Zexîreyê û zabitayan kargeh di warê hîjyenê de saxti kirin u berî cejnê lez dan xebatên xwe
Îmalatxane tên saxtîkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber hatna Cejna Remezanê li kargehên şîrînahîyê kontrol şidandin. Li navçeya Yenîşehîrê li semta Şehîtlixê Sîteya Tatliciyan hate saxtîkirin. Di saxtîkirinê de rewşa kargehê, paqijî, buhayê wan, xebatkar û paqijiya wan, depoyên kargehê û kereseyê şîrînahiyê hatin sehkirin. Xudanên kargehên kêmasîyan wan heyî hatin hişyarkirin.
Ji aliyê rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin ve hate diyarkirin ku saxtîya wan zexîre û şîrînahiyê dê dewam bike û ji xudanên kargehan hate xwestin ku malzeme û kereseyê zirara wan heye bi kar neynin.
