Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî li bajêr paqijiya bermayan dike

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarekî hê paqijtir xebatên xwe didomîne, li navçeyên navendî ser hin rê û cadeyên xuya dest bi maliştina bermayên avahiyan kir ku li devê rêyan mane û bêsreober hatin nijintin.

Midûrtiya Paqijiyê ya bi ser Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li bajêr xebata maliştin û paqijkirina rêyên sereke didomîne, niha jî kert û bermayên avahiyan ên li devê rêyan bêserober hatine avêtin paqij dike.

Ekîbên bi ser Midûrtiya Paqijiyê, li nav tixûbên navenda bajêr kert û bermayên avahî û înşaatan li ser cadeya Siverek, Newroz, Şengal û Mezopotamyayê, Pira Dehderî, Qesra Gazî û derobera Nexweşxaneya Lêkolînê vêk dide û paqij dike.

Çevre Koruma ve Kontrol Daire Başkanlığı, daha temiz bir kent için vatandaşlara çağrıda bulunarak çıkarılan hafriyat ve inşaat atıklarının belirlenen Dokuz Çeltik Hafriyat Sahası’na dökülmesini istedi.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, ji bo bajarekî hê paqijtir bang li welatiyan kir û xwest ku kert û bermayên înşaat û xanûmanan bibin Sehaya Kertikan a li Dokuz Çeltîkê.

Her weha şaredariyê hişyarî kir ku çi kesî kert û bermayên avahiyan bêsreober bavêje dê gorî rêgezên şaredariyê ceza li wan bibire.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan