Şaredarî otobûsan bo fuara ciwankariyê terxan dike
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî karibin bi rehetî xwe bigihînin “Fuara Ciwankarî û Kozmetîkê ya Diyarbekirê” piştgiriya otobûsan a bêpere dabîn dike.
Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, ji bo “Fuara Ciwankarî û Kozmetîkê ya Diyarbekirê” ku dê di navbera 23-26’ê hezîranê d ebê pêkanîn dê xizmetguzariya hatûçûnê bi awayekî bêpere pêk bîne. Her weha otobûsên O1 –O2 her ji serê 30 û 40 deqe carekê di qada fuarê re derbas bibin.
Otobûs dê ji ber Şaredariya Bajarê Mezin rabe û di rêgeha Bulvara Elezîzê, Duryana Seyrantepe, Forum AVM’ê re derbas bibe, rêgeha otobûsa ji ber otogarê radibe jî di ser Bulvara Rihayê, Bulvara Mahabadê, Bulvara Elezîzê re derbasî qada fuarê bibe.
