Şaredarî perwerdeya bermahîyên tibî dide
Şaredariya Bajarê Mezin, “Perwerdeya Bermahiyên Tibî” da xebatkarên di saziyên tenduristiyê de dixebitin.
Serokatîya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xebatên tenduristiyê yên bajêr û navçeyan “Perwerdeya Bermahîyên Tibî” pêk anî. Perwerde li Salona Şanoyê a Navenda Çand û Kongreyan hate lidarxistin û di serî de xebatkarên sektora tenduristiyê, nûnerên gelek saziyên cemaweriyê tê de amade bûn.
Di perwerdeyê de, pisporan der barê bermahîyên tibî de agahî dan û hate aşkerekirin ku bermahîyên tibî piştî berhevkirinê tên jinavbirin.
