Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî peyzaja navenda fuarê çêdike

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên peyzajê li hawirdorên Navenda Fuar û Kongreyan a Mezopotamyayê didomîne, ev navenda fuarê cihê xebatên bazirganî û turîzma bajêr in.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, dê li deoberên navenda fuarê 34 hezar metrekare kevirên qebitî û bordûran deyne û dê 20 hezar metrekare jî çîmê rolu lê bike. Ji cur û celebên cuda cuda 300 daran û hezar teraş û deviyan biçîne. Ji bo avdana van dar û beran jî dê 20 hezar metrekare tesisata avê lê bike.

Xebatên peyzajê heffeya borî dest pê kirin û dê çaverêkirin ku xebat meha gulan biqedin û navend bikeve ber xizmetê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo reng û rûyê bajêr xweşik bibe, xebatên peyzajê li ser refûj, bulvar, peyarêk û park û seyrangehan didomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan