Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî qoliyên alîkariyê li xizanan belav dike

Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyan, qoliyên alîkariyê li 5 hezar xane, 42 hezar kesên xizan ku berê ji aliyê Weqfa Hevkarî û Hevgirtina Civakî ve hatine destnîşankirin, berdewam e.

Bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyan, qoliyên alîkariyê li 5 hezar xane, 42 hezar kesên xizan ku berê ji aliyê Weqfa Hevkarî û Hevgirtina Civakî ve hatine destnîşankirin, berdewam e. Quliyên zexîreyê, Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ji Koperatîfên Kredîyê yên Çandiniya Tirkiyeyê temîn dike û ji bo kesên ji aliyê Weqfa Hevkarî û Hevgirtina Civakî ve hatine kifşkirin û mirovên hejar û destteng in, tên belavkirin. Ev belavkirina zexîreyê, vê mehê dest pê kir û 12 mehan dê berdewam be. Di encamê de dê 60 hezar qulî bo hevkarî li xizanan bê belavkirin.

Qolîyên zexîreyê 23 kîlo ne, tê de fasûliya hişk, ard, meqerne, nîska sor, nok, savar, birinc, rûnê gulberojkan, şekir û dimsê bacanan heye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan