Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî rêyên Çiyayê Zilkif Pêxember nû dike

Şaredariya Bajarê Mezin, rêyên Çiyayê Merqedê Zilkif Pêxember ku di warê turîzma baweriyê de xudan cihekî giring e, ji nû ve çêdike.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta potansiyela turîzmê li bajêr geş û gurtir bike û ji bo welatî bi rehettir karibin serdana merqedû şûnwarên pîroz bide projeyên nû bi pêş dixe.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, di çarçoveya xebatên xwe de bi mebesta hatûçûna bo Çiyayê Meryemanê ku merqedê Zilkif Pêxember lê ye hêsantir bibe, 10 hezar kîlometir parke datîne û 2 km asfaltê lê dike.

Hawirdora wê tê tekûzkirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan jî li ser çiyayê Meryemayê ku merqedê Zilkif Pêxember lê ye ji bo welatî karibin lê serdanê bikin xebat da destpêkirin.

Ekîban, rêya depîn ku gelek arize pê ketibûn û gelek deverên wê şikestibûn çak kirin û 20 metir rêta hilo lê çêkir.

Ji bo welatî karibin demeke xweş li Çiyayê Meqamê derbas bikin xebata peyzajê da destpêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan