Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî sehbêriya zexîrê didomîne

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta welatî bikaribin xwe bigihînin zexîreya baş û bi tendurist sehbêriyên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi mebesta parastina tenduristiya gel di bin banê xwe de Ekîbên Saxtiya Zexîreyê damezrandiye, bi van ekîban, li Baglar, Sûr, Yenîşehîr û Peyasê saxtîya li kargehên ku zexîreyê difiroşin dewam dike.

Ekîb, bi taybetî saxtîyê li berhemên ku meha Remezanê zede tene firotin dike, zexîreya ku dema wan bi ser de çûye û xira bûye jî dest datîne ser da ku berteraf bike.

Ekîbên Saxtiya Zexîreyê, ji bo kargehên li derveyî rêgeznameya destnîşankirî tevdigerin jî ceza dibire.

Ji ber nexweşiyê di saxtiya kargehan de ekîb kontrola pêgiriyên tevdîran jî dike û ji bo xebatkarên kargehan perwerdeya hijyenê dide.

5 ton zexîra xirabe hat îmhakirin

Serokatiya Daîreya Karûbarên Zabiteyê, ligel saxtiya li kargehan, zexîreya di depoyan de tê hiştin hildide û dibe îmha dike.

Di çarçoveya vê saxtiyê de ekîbên zabiteyê 5 ton zexîreya dema wan bi ser ve çûyî bi awayekî bi kontrol ji nav bir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan