Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî şitilgeheke nû ava dike

Şaerdariya Bajarê Mezin, ji bo gul û kulîlkên li park û seyrangehên bajêr biçînin û reng û rûbarê bajêr spehîtir bibe şitilgeheke din a nû ava dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber ku şitilgeha li Şilbeya TOKÎyê têra ragirtina berhemanîna kulîlkên park û seyrangehên bajêr nake, biryar da ku şitilgeheke nû çêke.

Şitilgeha nû dê li ser erdê 95 hezra metrekare yê hemberî Daristana Bajêr a li navçeya Peyasê bête avakirin û dê kulîlk lê bêne çandin.

Li vê şitilgeha nû dê qadeke 45 hezar metrekare bo depokirin û pêşvebirinê, 50 hezar metrekare cihê hilberînê be. Dê serayeka 1800 metrekare lê bête danîn û 5 hezar metrekare 50 tunel dê bêne avakirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan