Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî xebatên çaksaziyê berdewam e

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên çaksaziyê li Duryana Pirdê ya Seyrantepê û gihaneka Cadeya Ahmed Arîf a bi Bulvara Elezîzê didomîne.

Xebatên çaksazî û nûkirinê ku Serokatiya Rê û Rêbaran û Serokatiya Daîreya Hatûçûnê li navenda bajêr daye destpêkirin bi hemû leza xwe didomin.

Ekîban, ji ber sînordarkirina derketina kuçeyan, li deverên trafik li ser sist bûye xebatên çaksaziyê dike, dest bi çaksaziya Duryana Bi Pire ya Seyrantepe kir.

Duryana zîvrok a li Çatrêya Seyrantepe tê rakirin

Di qismê hemzemîna li duryana bi pire ya Seyrantepeyê de bi mebesta barê trafîkê sist bibe û hatûçûna rewantir be duryana zîvrok tê rakirin, milên dîtir ên duryanê tên çakkirin.

Di serastkirina nû de, wesayit dê di şerîtên jê re destnîşankirî re bi lez û bez binê pirê derbas bikin.

Li Cadeya Ahmet Arif duryan tê çêkirin

Di niqteya Cadeya Ahmet Arîf digihije Bulvara Elezîzê de ji berk u refûja wê girtiye, ji bo sûd ji vê derê bê girtin dê bi sererastkirineke nû re duryanek lê bête danîn.

Bi vê sererastkirina nû re dê erebe bi hemû aliyan ve bikaribin biajon lewra dê barê Seyrantepe û Bulvara Mahabadê jî siviktir bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan