Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî xizmetên mezin bo jinan dike

Serokatîya Daîreya Xizmetên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi 6 sernavan projeyeka perwerdeyê bi slogana “Jinan Xurt Siberojên Xurt” li 17 navçeyan dide destpêkirin, 17 hezar jin ji vê projeyê sûdê werdigirin û projeya bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu dest pê kir.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyan, bi beşdariya 17 hezar jinan perwerdeya di warê giştî, pîşeyî, civakî, pevgihanî, tenduristî û hiqûqê de dide destpêkirin û slogana projeyê “Jinên Xurt Siberoja Xurt” e.

Rêze perwerde li Navenda Çand û Kongreyan bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu dest pê kir. Ligel Walî Guzeloglu, Sekreterê Giştî Muhsin Eryilmaz, Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, Midûrê Perwerdeya Bajêr Doç. Dr. Feysel Taşçier, midûrên saziyên cemawerî yên bajêr, nûnerên saziyên civaka sîvîl û jin di bernameyê de amade bûn.

Projeya perwerdeyê ya “Jinên Xurt Pêşeroja Xurt” bi rêzgirtin, xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir. Pişt re der barê danasîna projeyê de sînevîzyonek hate nişandan û paşê Walî Guzeloglu der barê bernameyê de axaftineke berfireh kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan