Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariya Bajarê Mezin daristana fethê pêk tîne

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya salvegera 1382’^3 ya fetha Diyarbekirê daristanekê dabîn dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta coşa fetha Diyarbekirê bi welatiyan bide hesandin di 23-28’ê gulanê de gelek bernameyan li dar dixe.

Bi boneya salvegera fethê welatî dikarin li “Daristana Bo Xatrê ya 1382’ê” ser navê xwe şitlên daran biçînin.

Welatiyên ku dixwazin li ser navê wan darek li vê daristanê bê çandin dikarin forma serlêdanê ya li ser https://diyarbakirfetih.com/ dagirin.

Cihê daristanê dê paşê bête diyarkirin, Walî Munîr Karaloglu jî serlêdana xwe kir da ku darek ser navê wî liv ir bê danîn.

Piştî ku walî Karaloglu ev agahî ser tora medyaya civakî ragihand gelek welatiyan ji bo ser navê wan jî dar bê çandin serlêdana xwe kir.

Kesên ku dixwazin dara wan li Daristana Bo Xatrê Fetha 1382’ê bê çandin, di tevahiya Hefteya Fethê de dikarin serlêdana xwe bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan