Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariya Diyarbekir çû zoma Xelatê

Şaredariya Bajarê Mezin, di bernameya li Xelata Bedlîsê ku bi navê “Zoma 1071 Sultan Alparslan a Xelatê” de amade bû û kon û xîvetên xwe bo danasîna bajêr vedan. Çalakiyên salvegera 951ê ya Serkeftina Melezgîrê ku bi serperiştiya Serokkomariyê têt lidarxistin, li devera Çarxo li ser aqarekî 450 heza

Şaredariya Bajarê Mezin, di bernameya li Xelata Bedlîsê ku bi navê “Zoma 1071 Sultan Alparslan a Xelatê” de amade bû û kon û xîvetên xwe bo danasîna bajêr vedan.

Çalakiyên salvegera 951ê ya Serkeftina Melezgîrê ku bi serperiştiya Serokkomariyê têt lidarxistin, li devera Çarxo li ser aqarekî 450 hezar metrekare nav “Zoma 1071 Sultan Alparslan a Xelatê” tên lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li zoma ku 50 çadir û konekî xanan lê hatiye vedan û 11 çadirên balyozên welatan jî lê hatine vedan, beşdarî kir û stanta xwe danî.

Zoma 1071 Alparslan a Xelatê dê navbera 23-26ê tebaxê de birêve bide û tê de gelek çalakiyên mîna tîrvanî, bazvanî, tîrvaniya ser hespan û her wekî din bêne lidarxistin.

Dîrok û çanda Diyarbekirê têt nasandin

Şaredariya Bajarê Mezin, di stanta xwe de gelek wêne û belgeyên der barê bajêr de pêşan dide, her weha di stantê de zebeşa Diyarbekirê ku bi girsîya xwe se rastê cîhanê navûdeng e têt pêşandan û her dîsa kevokên Diyarbekirê jî cî digirin.

Di bernameyê de, Şaredariya Bajarê Mezin, gelek diyariyan jî dide mêvanan mîna Kovara Diyarbekir, albûma fotoyên bajêr, pirtûka rêberîta geştûguzarê, miftevang û broşûrên cur bi cur.

Her weha mêvan bi kade û qedayifa Diyarbekir tên pêşwazîkirin, bo vexwarin jî şerbeta rihanan têt dayîn.

Pêşangeha 1071 Melezgîr

Şaredariya Bajarê Mezin, ligel Enstîtûya Olgunlaşmayê Pêşangeha 1017 Melezgîr li Zoma Xelatê li dar xist.

Di pêşangehê de 7 xebatên boyaxa kizî cî digirin û mîxferên ku serdemên berê dihatin bikaranîn hatin nîgarkirin.

Pêşangeh heta 25ê tebaxê vekiriye û hêjayî gotinê ye, mêvan gelek tên serdana stanta Diyarbekirê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan