Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarîyê çend otobûsên dîtir xistin xizmetê

Şaredariya Bajarê Mezin, di xizmetguzariya bajêr de pêngavên mezin diavêje û wek gava pêşîn a vê xizmetguzariyê 53 otobûsên nû xistin ber xizmetê. Ji bo danasîna otobûsan daxuyaniyeke çapemeniyê bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu hate pêkanîn. Guzeloglu got ku ev wesayit dê di tora rê ya 6 hezar û 261 kîlometir a vî bajarî de xizmetê bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin, xizmetên binesazî û rêyan dewam dike û li filoya xwe ya wesayitan 53 otobûs zêde kirin. Serokatîya Daîreya Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê daxuyand ku di nava sê salan ew ê hemû otobûsên xwe nû bikin, wek gava ewil 53 otobûs hatin wergirtin û danasîna wan hate kirin.

Merasîma danasînê bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Sekreterê Giştî Muhsîn Eryilmaz, Alîkarê Sekreterê Giştî Vedat Gungor, Miftiyê Diyarbekirê Yavuz Selîm Karabayir, serekên daîreyan û xebatkaran pêk hat.

Di daxuyaniya danasînê de Walî Guzeloglu der barê xizmetguzariya şaredariyê de agahdariyek kir û bi bi berfirehî behsa xebatan kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan