Şaredariyê dest bi kursên avjeniyê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, dîsa dest bi çalakirina kursên melevaniyê kir. Hêjayî gotinê ye ku ev kursên han ji ber peydabûna nexweşiya koronavirûsê hatibûn rawestandin. Kurs tevî tevdîran tên meşandin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, melevanîgehên ji ber peydabûna virûsa koronayê (covîd-19) hatibûn ragirtin ji nû ve çalak kirin. Melevanîgeheke ji vana li TOKÎ Seyrantepeya Yenîşehrê ye û ji bo zarokên 7-17 salî bêpere kursên avjeniyê dide, ji nû ve bi serperiştiya melevanîzanan kursa melevaniyan dest pê kir.
