Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê diyariya cejnê da şagirtan

Şaredariya Bajarê Mezin, di Cejna Remezanê de ji bo alîkariya dersên wan pirtûk diyarî xwendekaran kirin.

Serokatîya Beşa Xizmetên Ciwan û Sporê, ji bo xwendekarên Mala Zanînê, Akademî Lîseyî û Şevewara Keçikan a Mêvanxaneyê ku ji ber pandemiyê li malê ne, 3 hezar û 500 setên pirtûkan kirin diyarî.

Ekîban pirtûkên LGS, AYT û TYT’ê li xwendekarên ku ji ber nexweşiyê bi awayekî online dersên xwe dibînin, belav kirin û nameya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu pêşkêşî wan kir.

Karaloglu di nameyê de cejna xwendekaran a Remezanê pîroz kiriye û weha gotiye:

“Ji ber nexweşiya vegir ji bo demeke kin me navber da dersen li Mala Zanînê. Heta Mala Zanînê dîsa vedibe ez bawer im tu yê van pirtûkan baş bixwînî û beşdarî dersên xwe yên online bibî. Ji ber van rojên teng û zehmet te hewldaneke mezin kiriye û çi ji destê te hatiye te qet texsîr nekiriye û tu li dersên xwe xebitîye ez bi te serbilind im û ez gelek hez ji te dikim…”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan