Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarîyê firin seh kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr saxtîyê li firinan dike û dinêre ka çi kêmasiyên wan hene an tune ne.

Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî û Serokatîya Daîreya Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî nanekî paqij bikaribin bixwin saxtîyê li firinan dike. Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî û Serokatîya Daîreya Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ligel ekîbên Zabiteya Şaredariya Yenîşehrê firinên vê navçeyê seh kirin û der barê paqijî û standartên firinkariyê de ew venêrtin. Ji bo firinên derveyî van pîvanên destnîşankirî jî ceza hate birîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, daxuyund ku saxtîya wan a bo firinan dê dewam bike û ji welatiyan xwest ku kêmasiyên firinan bibînin bi telefona ALO 153 giliyê xwe ji rayedarên şaredariyê re diyar bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan