Şaredariyê li Keleha Zerzevanê stant danî
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta danasîna bajêr li Bernameya Çavdêriya Esmanî ya Navneteweyî a Keleha Zerzevanê ya 2022ê stantek danî Bi serperiştiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û bi tevkarî û piştgiriya Wezareta Ciwanan û Sporê, Wezareta Çand û Turîzmê, Parêzgeriya Diyarbekir, Şaredariya Baj
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta danasîna bajêr li Bernameya Çavdêriya Esmanî ya Navneteweyî a Keleha Zerzevanê ya 2022ê stantek danî
Bi serperiştiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û bi tevkarî û piştgiriya Wezareta Ciwanan û Sporê, Wezareta Çand û Turîzmê, Parêzgeriya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin, Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê û Ajansa Esmanî ya Tirkiyeyê (TUA) li Diyarbekirê Bernameya Çavdêriya Esmanan a Zerzevanê berdewam e.
Şaredariay Bajarê Mezin, li vê stantê, materyalên cur bi cur ên ku behsa dîrok, çand û aşxaneya zengîn a Diyarbekirê dike belav dike.
Di atolyeya Kodkirina Robotîk a bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de zarok fêrî teknolojiya siberojê dibin û berhemên xwe li stantê pêşkêş dikin.
Mêvanan eleqeyeke germ nîşanî stantê dan û zarokan behsa xebatên xwe ji wan re kir.
Bername heta 21ê hezîranê dewam dike û heta hingê Şaredarî dê bi danasîna bajêr berdewam be.
