Şaredariyê navdanka fêkiyan seh kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şênî bi dilekî rehet bikarbin kirrîn û firotina xwe bikin saxbêrî di navdanka fêkî û sewzeyan de pêk anî.
Serokatiya Daîreya Zabiteyan, ji bo dema karantînayê şênî bi rehetî bikaribin xwe bigihînin mal û erzaqê paqij û pêbawer saxtî di berheman de kirin. Li gorî pîvanên Wezareta Bazirganiyê; cihê berhemanînê, toxmê wê, miqdara wê, ka kê hilberandiye û heke hebe agahiyên sertîfîkayên firoşkaran da ber pirsyariyê.
Ekîban, di çarçoveya giştînameya ku Wezaretê ji Gerînendetiyên Barizganiya 81 bajaran re şandiye zincire market, dukan û fêkîxaneyên ku sewze difiroşin dan ber rapirsînê.
Di encama rapirsînê de 2 kargehên bê navdank hatin tespîtkirin û ew dan ber muwedeyên cezayî, der barê 1 ji wan kiryaran de ceza hate sepandin.
