Şaredariyê neferên îtfaiyê li şûnwarên tarîxî gerandin
Şaredariya Bajarê Mezin, 75 neferên îftaiyê ku di bin banê wê de dest bi wezîfeyê kirin li şûngehên dîrokî û çandî yên Diyarbekirê gerandin.
Şaredariya Bajarê Mezin, 75 kesên wek neferên îtfaiyê di bin banê Serokatiya Daîreya Îtfaiyê de dest bi kar kirin ligel şûnwarên dîrokî yên navenda bajêr li şûnwarên Gêlê jî gerandin.
Geryana wan bi serperiştiya rêberên bi ser Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo Kompleksa Muzeyê ya li Navkelehê, Hezretî Silêman û gorên 27 sehabîyan, Mizgefta Mezin, Xana Hesenpaşa, Karwanseray (Xana Delîlan), Muzeya Bajêr a Diyarbekirê pêk hat.
Ligel van şûnwarên dîrokî neferên îtfaiyê serdana navçeya Gêlê jî kirin û li goristana Pêxemberan, Keleha Asûr û gorên Zinaran a Qralan, gola bendavê ya Dîcleyê geriyan.
