Şaredarîyê paqijiya giştî da destpêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, piştî barîna berfê li seranserê bajêr bi 28 amûr û 250 karmendên paqijiyê li cade, duryan, pir û peyarêkên bajêr dest bi paqijiya sertaserî kir.
Serokatîya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, piştî barîna berfê li navçeya Sûr, Peyas, Yenîşehîr û Baglarê dest bi xebata paqijiya sertaserî kir. Şaredariyê bi 28 amûrên maliştina gelaşan û 250 karmendên paqijiyê li cade, duryan, pir, derwaze û peyarêkên bajêr ji gend û gelaşê maliştin. Ev gelaşê berhevbûyî, ji bo jinavbirinê jî birin navenda depokirina gelaşê ya şaredariya bajarê mezin.
Welatiyan, kêfxweşiya bi paqijkirina sertaserî anî ziman û spasiya rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kirin.
