Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê unîteyên dezenfekteya destî danîn nava bajêr

Şaredariya Bajarê Mezin, bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu dijî nexweşiya koronavirûsê ûnîteyên dezenfekteya destî li qadên jîngarî yên cemaweriyê bi cih kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi peydabûna virûsa korona (covid-19) li seranserê dinyayê û welatê me, kar û xebatên xwe yên bo parastina ji virûsê berdewam dike. Şaredariyê bi roja ewil ku ev nexweşî li welatê me hate dîtin, dest pê kir xebatên dezenfektekirinê li sazî û dezgehên cemawerî, taksiyên ticarî û komsiwariyê meşandin. Niha jî Şaredariya Bajarê Mezin, bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu dijî nexweşiya koronavirûsê ûnîteyên dezenfekteya destî li qadên jîngarî yên cemaweriyê bi cih kirin.

Ûnîteyên dezenfekteyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin amadekirin, bi destê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin, li ber nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Dewletê, Nexweşxaneya Lêkolînê, Nexweşxaneya Zarok û Jinan, balafirgehê, otogarê, avahiyên ÎŞKURê, wargehên Saziya Yapi Krediyê, şaxên PTTê û gelek dam û dezgehên hukmî û sektora taybet hatin bicihkirin.

Welatiyên neçar in biçin nexweşxaneyan û yên mecbûr in qadên cemaweriyê bi kar bînin, destê xwe li van ûnîteyan dezenfekte dikin. Ji ber vê xizmetê welatiyan spasiya rayedarên şaredariyê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan