Semînerên der barê tîryakê dest pê dikin
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo xwendekarên di Akademî Lîseyên bin banê xwe de semînerên “Têgihîştina Der Barê Tîryakê” de dan destpêkirin. Akademî Lîse bi banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê xebatên xwe dimeşîne, şaerdarî ji bo xwendekarên vana der barê zirarên ku titûn, alkol û tiryak d
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo xwendekarên di Akademî Lîseyên bin banê xwe de semînerên “Têgihîştina Der Barê Tîryakê” de dan destpêkirin.
Akademî Lîse bi banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê xebatên xwe dimeşîne, şaerdarî ji bo xwendekarên vana der barê zirarên ku titûn, alkol û tiryak dide mirovan de semîneran li dar dixe.
Semîner dê 3 hefteyan berdewam bin û dê li Akademî Lîseyên Sûr, Şehit Alî Gaffar Okkan, Bismil Ehmedê Xanî û Sîlvan El Cezerî de bêne lidarxistin.
Semînera ewil li Akademî Lîseya Şehit Alî Gaffar Okkan birêve çû.
Semîner ji aliyê derûnînas Serap Çapraz û Ugur Çagan Alakuştekîn ve hate dayîn û tê de der barê zirarên tîryakê de agahî hatin dayîn.
