Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serkeftina xwendekarên Mala Zanînê di LGSê de

25 xwendekarên di Malên Zanînê yên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin, di ezîma LGSê ser astê Tirkiyeyê de serkeftinên baş bi dest xwe ve anîn. 25 xwendekarên malên zanînê ku ketin nav ji sedî 10 para serkeftiyan a seranserê Tirkiyeyê, ji bo dibistana bi dilê xwe hilbijêrin avantaj b

25 xwendekarên di Malên Zanînê yên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin, di ezîma LGSê ser astê Tirkiyeyê de serkeftinên baş bi dest xwe ve anîn.

25 xwendekarên malên zanînê ku ketin nav ji sedî 10 para serkeftiyan a seranserê Tirkiyeyê, ji bo dibistana bi dilê xwe hilbijêrin avantaj bi dest xist.

“Ev perwerdeya baş li derve bi pere ye”

Edanûr Akbudak 13 salî ye û di ezmûna LGSê de serkeftineke baş ser astê Tirkiyeyê girtiye, got dema wê xwe ji bo LGSê amade kiriye mala zanînê gelekî alî wê kiriye.

Akbudak diyar kir ku mala zanînê bo xwendekaran derfetek baş e û weha axivî:

“Min dema xwe ya xebatê li Mala Zanînê borand û gelek bi kêrî min hat. Bi taybetî perwerdeya bêpere bi kêrî gelek kesî hat. Hinek kes li derve vê perwerdeya bi kalite bi pere werdigirin. Dema amadekariyê gelek mifayê perwerdekaran li me bû. Rêbaza wan hişt ku em serkeftinê bi dest xwe ve bînin.”

Akbulak got ku ew dixwaze Lîseya Fenê ya Borsa Stenbolê qezenc bike û got, di siberojê de wê dil heye bibe doktora tibê.

“Ev der gelekî bi kêrî min hat”

Bêrîvan Alan 13 salî ye û li Mala Zanînê xwe ji bo dersên xwe amade dike û got, ji bilî demên dibistanê piranî têm virê ji xwe re li dersên xwe dixebitim.

Alan aşkere kir ku ev navend gelekî bi kêrî wê hatiye û weha axivî:

“Min ji mamosteyên malên zanînê taktik û çareseriyên kurt der barê dersan de werdigirtin. Ji bilî wextên dersê jî em dikarin bên virê, biçin pirtûkxaneyê, ji xwe re bixebitin. Vê derê gelek tişt dan min. Li rex dersan aktîvîteyên sosyal jî hebûn.”

Xwendekar bi awayekî rast tên arastekirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên ku dê bikevin LGSê tercîhên rast bikin şêwirmendiyê ji wan re dike.

Mamosteyên rêber li Xala Şêwirmendiya Tercîhan a li Mala Zanînê, ji bo xwendekar tercîha rast bikin wan araste dikin.

Kursên havînê berdewam in

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo xwendekar betlaneya xwe ya havînê bi awayekî kelkwergir derbas bikin li Malên Zanînê bi kursên xwe berdewam e.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan