Seyrangeha Devegeçîdî tête nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên ji bo nûkirina Seyrangeha Devegecîdî didomîne. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, xebatên hawirçakiyê li ser Seyrangeha Devegeçîdî didomîne. Ev seyrangeh li ser 161 donim erdê cî digire. Ekîb, ji aliyekî ve avahî û dar û berên li deverê tekûz dike ji aliyê din ve da
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên ji bo nûkirina Seyrangeha Devegecîdî didomîne.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, xebatên hawirçakiyê li ser Seyrangeha Devegeçîdî didomîne. Ev seyrangeh li ser 161 donim erdê cî digire.
Ekîb, ji aliyekî ve avahî û dar û berên li deverê tekûz dike ji aliyê din ve dar û dirextên nû li gorî erdnîgariya wê li deverê diçîne.
Ev seyrangeh welê ye ku welatî karibin tevî malbata xwe geşt û seyrana xwe lê bikin bi vê mebestê li seyrangehê kafe, restorant, büfe, destav, mizgeft û otopark ku 360 wesayitê ragire tên çêkirin û bo zarokan yarîgeh, şaneşîn û rêyên peyasekirinê hene.
Ji bo ciwanan cihên kampê
Ji bo ciwan û sporhezan jî seheya paintball a 1500 metrekare, sehayên tîrvanî, nîşangerî û basketbolê têne sazkirin û her weha li ser 5 hezar û 500 metre jî kampa şopgerî û malên bungalov tên avakirin.
