Ji 13 hezar û 650 welatiyan re 40 milyon û 950 hezar TL piştgiriya civakî
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya dravdanên piştgiriya civakî yên meha îlonê de, ser kartên 13 hezar û 650 welatiyên ku xwediyê Karta SODESê ne, 3 hezarî TL xist. Bi vî awayî dravdanên ku bi armanca piştgiriya pêkanîna pêdiviyên sereke yên welatiyan hatin kirin bi giştî bû 40 milyon û 950 hezar TL.
Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî têgihiştina şaredariyeke civakî û gelêrî, xebatên xwe yên piştgiriyê yên ji bo welatiyên ku zehmetiyên aborî dikişînin didomîne. Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve tên meşandin de, dravdanên meha îlonê yên welatiyên xwediyê Karta SODESê hatin kirin.
3 Hezar TL li kartên SODESê de hat barkirin
Di çarçoveya dravdanên piştgiriya civakî yên meha îlonê de, ser Karta SODESê ya 13 hezar û 650 welatiyan serê kesî 3 hezar TL hat barkirin. Bi vî rengî giştî fînanseka piştgiriya civakî ya ku di meha îlonê de gihîşt destê welatiyan bû 40 milyon û 950 hezar TL.
Bi serlêdana Karta SODESê re armanc ew e ku piştgirî li welatiyên ku zehmetiyên aborî dikişînin bê kirin da ku bikarin pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin û mekanîzmeyên piştgiriya civakî bên xurtkirin.
Dê di kirînên marketê de were bikaranîn
Ew mîqdara piştgiriyê ya ku li ser Kartên SODESê hatiye barkirin, dê li wan marketên ku cîhaza wan a POSê heye, di kirînên ji bo pêdiviyên sereke de were bikaranîn. Bi pergala kartan re derfet tê dayîn ku welatî li gorî pêşîniyên xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin.
Xebatên piştgiriya civakî dê bidomin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca xurtkirina piştevaniya civakî li giştî bajêr û tevkariya li baştirkirina şert û mercên jiyanê yên welatiyên ku zehmetiyên aborî dikişînin, dê xebatên xwe yên piştgiriya civakî bidomîne.
