Sporbazên şaredariyê serkeftinên navneteweyî bi dest xistin
Sporbazên Şaredariya Bajarê Mezin, di beşa jodûyê de serkeftineka navneteweyî bi dest xwe ve anîn.
Sporbazên ku Fêrgehên Sporê yên di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê de hatine vedîtin û bo Klûba Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin hatin wergirtin serkeftineka nû bi dest ve anîn.
“Turnuvaya Jodûya Navteweyî Ji Bo Aştiyê” di navbera 4-6ê nîsanê de bi hevkariya Federasyona Jodûyê ya Navneteweyî (IJF) û Federasyona Jûdoyê ya Tirkiyeyê ve hate lidarxistin li bajarê Kîlîsê birêve çû.
Di pêşbirkan de sporbazên ser bi Klûba Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin; Îbrahim Serhat Kaya di 38 kîlogramê de, Muhammed Can Yuzen di 50 kîlogramê de pileya yekê, Nîsanûr Koyun di 40 kîlogramê de, Melis Kakiz di 48 kîlogramê de pileya duyê, Abit Soylemez di 34 kîlogramê de, Hîranûr Koyun jî di 44 kîlogramê de pileya sêyê bi dest xistin.
Klûba Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin, di rêza tîman de di beşa Stêrkan de pileya duyê, di beşa Biçûkan de jî pileya sêyê qezenc kir.
