Li Turnuvaya Tenîsê ya 16an a Amed Cupê 354 werzişvan daketin kortê
Turnuvaya 16an a Amed Cupê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, 354 werzişvan li ser kortan gihandinhev. Pêşbirk li çar tesîsan didomin û werzişvan di çar kategoriyan de ji bo serketinê têdikoşin. Şampiyonên turnuvayê wê di 13ê Cotmehê bi lîstikên fînalê diyar bibin.
Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ya ku her sal ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Werzişê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi awayekî kevneşopî tê lidarxistin, dest pê kir. Werzişvanan eleqeyeke mezin nîşanî turnuvayê dan; armanca vê turnuvayê ew e ku ciwan û mezinan ber bi werzişa tenîsê ve bikişîne, çanda tenîsê ya ku li bajêr pêş dikeve belav bike û hezkiriyên tenîsê bîne gel hev.
354 werzişvan têdikoşin
Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ku her sal bi tevlêbûneke mezin tê lidarxistin, îsal jî ji aliyê hezkiriyên tenîsê ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Di turnuvayê de bi giştî 354 werzişvanên ji komên temenî yên cuda daketine kortê û ji bo dereceyan têdikoşin.
Di çar kategoriyên cuda de tê lidarxistin
Turnuva di çar kategoriyan de tê sazkirin: Zilamên Ciwan, Jinên Ciwan, Jinên Mezin û Zilamên Mezin. Di hemû kategoriyan de xelat dê bên dayîn ji wan werzişvanên ku dibin fînalîst û di nava dereceyan de cih digirin.
Tevlîbûna zêde ya di kategoriyên jinan de jî bal kişand. Di kategoriya Jinên Ciwan de 20 û di kategoriya Jinên Mezin de jî 108 werzişvan têdikoşin.
Pêşbirk li çar tesîsan dilîzin
Pêşbirkên turnuvayê di bin çavdêriya hakeman de li çar tesîsên cuda tên lidarxistin. Lîstik li Kortên Tenîsê yên Girtî yên 75 Mahabadê, Kompleksa Werzişê ya 500 Evlerê, Kortên Tenîsê yên Parka Ersin Tatar a Şaredariya Baglarê û Korta Tenîsê ya Parkormanê tên lîstin.
Pêşbirkên fînalê di 13ê Cotmehê de ne
Fînalîstên turnuvayê ku werzişvan tê de ji bo gihîştina nava dereceyan têdikoşin, piştî pêşbirkan wê diyar bibin. Pêşbirkên fînalê yên turnuvayê jî di 13ê Çiriya Pêşîn de (13ê Cotmehê) dê bên lidarxistin.
Armanc belavkirina çanda tenîsê ye
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê armanc dike ku ji zarokan bigire heta mezinan her kesî bi werzişa tenîsê re bîne gel hev û di heman demê de piştgiriyê bide ku çanda tenîsê ya ku li Amedê gav bi gav pêş dikeve, bigihîje girseyên berfirehtir.
