Tirba Pîr Azîz bi rûyê nû benda mêvanan e
Tirba Pîr Ezîz ku ji aliyê Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ve ji nû ve hate dabînkirin dê bi rûbarê xwe yê nû bo mêvanan bê vekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, tirba Pîr Ezîz a li Henê ku ji aliyê turîzma baweriyê ve xwedî cihekî giring e û li gorî hin gotinan neviyê Şêx Ebdulqadir Geylanî ye û li gorî hinan jî tirbeya şehîdekî ye, ji nû ve tekûz kir da ku welatî bi hêsanî bikaribin bêne ser tirbê.
Serokatiya Park û Baxçeyan, 4 hezar û 875 metrekare kevirê parke û 500 mtûl bordûr li zemîna Tirbeya Pîr Ezîz bi cih kir.
Ekîban, di çarçoveya xebatê de ji bo cihê bêhnvedanê ji mêvanan re çêke çardax, dardepên rûniştinê, ji bo zarokan jî yarîgeh li hawirdorê dabîn kirin.
Bernameya vekirina tirbeyê dê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê bike, Miftiyê Diyarbekirê Yavuz Selîm Karabayir dê der barê dînamîkên manewî yên herêmê de axaftinekê bike. Her weha dê qesîde bêne xwendin.
100 paraşûtvanên kendalan dê li ezmanê Henê bifirin
Şaredariya Bajarê Mezin, girê Pîr Ezîz ji bo paraşûtvanên ku berê bi awayekî amatör xwe lê dadida ji nû ve dabîn kir.
Bi vê sererastkirinê re ji bo hezkerên paraşûta kendalan li herêmê bo cara pêşîn pîsta take-off a profesyonel a 1353 metrekareyî hate çêkirin.
Vekirina ku dê 5’ê hezîranê bête kirin, dê malovaniyê ji 56 paraşûtvanên ji Mêrsîn, Mêrdîn, Elezîz, Meletî, Bingol, Batman, Sêrt, Şirnexê hatî ligel paraşûtvanên bajêr bi 100 paraşûtvanî li ezmanê Henê bifirin.
Ji ber ku roja vekirinê bi Roja Jîngehê ya Cîhanê re tê heman rojê, rahênerên Şaredariya Bajarê Mezin ligel xwendekarên Akademî Lîse û Mala Zanînê dê paqijiya hawirê bikin.
