Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Veguhastin û Binesazî

Ji 1200 ajokarên veguhastina giştî re perwerdeya ajotina ewle

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya ku sala perwerdehiyê ya 2026-2027an dest pê bike, ji bo dabînkirina ewlehiya veguhastina li nava bajêr, ji ajokarên veguhastina giştî re li ser teknîkên ajotina ewle û nêzîkatiyên nûjen perwerdeyê dide. Di bernameya perwerdeyê de ku dê 4 rojan berdewam bike 1200 ajokar beşdar dibin.

Perwerdeya rêbazên berteka rast di rewşên xetere de

Di bernameya perwerdeyê de li ser wê yekê hat rawestandin ku ajokar xetereyên di trafîkê de ku dibe pê re rû bi rû bimînin ji berê de bibînin û li hember metirsiyên gengaz bertekên rast nîşan bidin.

Ji bilî teknîkên ajotina ewle û parastinê (defansîf), giringiya kontrolkirina lezê û xetereyên ku leza zêde dikare bibe sedem ji ajokaran re hatin vegotin. Wekî din, di mijarên pêşxistina behremendiyên ajotinê yên kesane, berpirsiyariya ajotina pîşeyî û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê ajokaran di xizmetên veguhastina giştî de jî agahdarî hatin dan.

Rêbazên rêgirtina li qezayan û kontrolkirina hêrsê hatin destgirtin

Di perwerdeyan de ne tenê mijarên ajotina teknîkî, di heman demê de sernavên ku rasterast bandorê li reftarên ajokaran ên di trafîkê de dikin jî hatin destgirtin. Di vê çarçoveyê de li ser rêbazên rêgirtina li qezayan, kontrolkirina hêrsê, û bandora westiyan û bêxewiyê ya li ser ewlehiya ajotinê agahî hatin dan. Her wiha di ser senaryoyên cûrbecûr yên qezayan re hat nirxandin ku di rewşên ku dibe ajokar pê re rû bi rû bimînin de divê ew çawa tevbigerin.

Mewzûata trafîkê û berpirsiyariyên hiqûqî hatin vegotin

Di çarçoveya bernamê de di barê berpirsiyariyên hiqûqî, rêgezên trafîkê yên ku hatine guhartin û mewzûata rojane ya trafîkê de jî agahî dan ajokaran.

Di perwerdeyê de ku bi alîkariya slaytan hat kirin, ew xalên ku divê ajokar hem ji bo ewlehiya xwe, hem ji bo ya rêwiyên di wesayîtê de û hem jî ji bo ewlehiya ajokar û peyayên din ên di trafîkê de baldar bin hatin ragihandin.

Dê perwerde ji 1200 ajokarî re bê dayîn

Di çarçoveya bernameya perwerdeyê de ku dê çar rojan berdewam bike, dê bi giştî ji 1200 ajokarên veguhastina giştî re perwerde bê dayîn. Bi van perwerdeyan re tê armanckirin ku hişyariya ajokaran a li ser ajotina biewle û bihişyarî bê zêdekirin, metirsiyên li trafîkê berê de bên dîtin û alîkarî ji rêgirtina li qezayên gengaz re bê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan