Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Veguhastin û Binesazî

Li Amedê di xetên veguhestina giştî de rêzikên nû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku xizmetên veguhestina giştî yên li navenda bajar bikevin rewşeke berhemdartir, domdar û gihîştîtir, di tora veguhestinê de guhertinên nû pêk anîn. Ev xebat di çarçoveya protokola hevkariyê ya bi navê “Optîmîzasyona Tora Veguhestina Giştî ya Navenda Bajarê Amedê” de ku sala çûyî di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Zanîngeha Dîcleyê de hatibû îmzekirin, hatin meşandin.

Bi rêbazên zanistî rewşa heyî ya xet û rawestgehan, qerebalixiya rêwiyan, demjimêrên rêwîtiyê û kapasîteya veguhestinê hatin nirxandin.

Di çarçoveya xebatê de ku navçeyên Baglar, Kayapinar, Sûr, Nûşar (Yenîşehir) û herêma Habeşiyê vedihewîne; lêkolînên qadê, hejmartina rêwiyan, pîvandina demjimêrên rêwîtiyê, analîzên daneyan û çalakiyên modêlkirinê hatin kirin. Li gorî daneyên ku hatin bidestxistin, Serokatiya Daîreya Veguhestinê ji bo ku xizmeta veguhestina giştî bê xurtkirin, demjimêrên rêwîtiyê werin kurtkirin, pêdiviyên veguhestinê çêtir werin bersivandin, berhemdariya seferan zêde bibe û seyrûsefera bajêr rehet bibe, li ser hin xetan guhertin kir.

Serokatiya Daîreya Veguhestinê, di çarçoveya Plansaziya Optîmîzasyona Xetên Veguhestina Giştî de li ser xetên B4, Y3, AY, Z4, E11, Z2, E10, Z7 û B3 de revîzyon pêk anîn.

· Xeta B4: Bi 4 wesayîtan di navbera Habeşî û Balikçilarbaşiyê de dixebite. Wesayîtên ku ji Habeşiyê tevbigerin, dê bi ser Taxa Bagcilar, Alay û Şehitlikê ve biçin Balikçilarbaşiyê.

· Xeta Y3: Bi 8 wesayîtan di navbera Habeşî û Deriyê Çiyê de xizmetê dike. Guzergeha nû ji Rêya Sêwerekê ya Kevir, Goristana Yenîkoy, Bulvara Medîneyê, Hatboyu, Ofîs û Deriyê Çiyê pêk tê. Demjimêrên seferên wesayîtan hatin kêmkirin û hejmara seferan hat zêdekirin.

· Xeta AY: Di navbera demjimêrên 07.00–09.00 ê sibehê û 15.00–18.00 ê piştî nîvro de wê bi 9 wesayîtan wekî xeta ekspres bixebite û Rêya Rihayê bişopîne.

· Xeta Z4: Bi 8 wesayîtan di navbera Taxa Bagcilar û zanîngehê de xizmetê dike. Guzergeh wê ji rawestgeha dawî ya li ser Bulvara Ehmedê Xanî dest pê bike, bi ser Goristana Yenîkoyê, Hatboyu, Kolana Gewranê, Bulvara Xarpêtê û Deriyê Çiyê re heta zanîngehê bidome.

· Xeta E11: Bi 2 wesayîtan di navbera Uçkuyular û balafirgehê de dixebite. Xet; li ser Balafirgeh, Kolana Çewlîkê, Bulvara Kayapinarê, Bulvara Dîclekentê, Kolana Mastfiroş, Bulvara Necmettin Erbakan û Uçkuyularê dixebite.

· Xetên Z2 û E10: Guzergeha xeta Z2yê hate guhertin ku bi 4 wesayîtan xizmetê bike; di çarçoveya rêzikê de beşa çûyîn û hatinê ya Qada Newrozê ji güzergêhê hate derxistin. Guzergeha xeta E10ê ya ku bi 5 wesayîtan xizmetê dike jî hate revîzekirin da ku berhemdariya xizmetê zêde bibe.

· Xeta Z7: Bi 6 wesayîtan di navbera Nexweşxaneya Lêkolînê û balafirgehê de xizmetê dike.

· Xeta B3: Guzergeha vê xetê jî hate sazkirin ku bi 6 wesayîtan xizmetê bike û di xizmeta veguhestinê de başbûn hate bidestxistin.

Xetên VÎP1 û VÎP2 hatin betalkirin

Di encama nirxandinan de hat tespîtkirin ku xeta VÎP1 ne berhemdar e û ji ber vê yekê ev xet ji kar hat kişandin. Welatiyên ku ji xeta VÎP1ê re fêr bûne dikarin wekî alternatîf xeta Z2 bi kar bînin. Her wiha hat tespîtkirin ku xeta VÎP2 jî ne berhemdar e û biryar hate girtin ku ev xet jî were betalkirin; welatiyên ku vê xetê bi kar tînin dikarin xetên E11 û Z7 wekî alternatîf hilbijêrin.

Serokatiya Daîreya Veguhestinê ragihand ku ew ê li gorî daxwazên welatiyan û qerebalixiya rêwiyan a li ser xetan, xizmetên veguhestina giştî pêşve bibin û li ser guzergehan başkirinan bidomînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan