Vejîna Sûran: Îhale bo qonaxa 3’ê hate kirin
Îhaleya restorekirina ji bo Deriyê Çiyê, Bedena Tenê û bircên hejmar 7 û 8’ê hate kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, îhaleya restorekirinê ya qonaxa 3yan ji bo sûran ku yek ji nirxên herî giring ê bajarê Diyarbekirê ye, pêk anî.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo parastina sûrên dîrokî da ku bigihêjin paşerojê xebateke berfireh bi navê “Vejîna Sûran” daye destpêkirin.
Serokatiya Beşa Avedanî û Bajarvaniyê, ji bo bircên li Meydana Deriyê Çiyê ku bi navê Deriyê Çiyê û Bedena Tenê têne zanîn derket îhaleyê. Îhale restorekirina bircên 1,2,3 û 7 û 8’ê li xwe digire.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya rêgeza xwe ya zelal û pêşçav de îhale bi zindî di malpera xwe ya YouTube de weşand û 21 fîrma tê de beşdar bûn.
Teklîfên van fîrmayan di çarçoveya pêdiviya qanûnî de piştî hatin kolandinê dê hefteya duyan a meha Hezîranê bi fîrmaya pîvanên wê bi rêgezan diguncin re dê girêbest bête mohrkirin.
Tê çaverêkirin ku restorasyona bircên 1,2,3 û 7 û 8’ê û dîwarên sûran ên neqebê di sala 2022’ê de bi encam werin.
