Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu bi welatiyan re sohbet kir

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ên firehkirina rêyan û xebatên li ser Mizgefta Navendî ya Diyarbekirê têne meşandin, seh kirin.

Karaloglu, xebatên li ser Mizgefta Navendî ya Diyarbekirê seh kirin û xebatên di projeyê de; ên mîna derwazeyên otoparkan, xebatên peyzajê û çandina daran venêrtin.

Karaloglu, der barê xebata li ser cadeya Mûsa Anter de agahî rayedaran wergirtin û xebata li ser cadeyê tê kirin di cih de seh kirin.

Karaloglu, li sîteyeke derdora Cadeya Mastfiroş bi welatiyan re rûnişt û der barê xizmetguziriya li bajêr tê meşandin sohbet kir.

Karaloglu weha axivî:

“Xebatên me yên firehkirina rê, danîna peyarêkan û refûjan ên li Cadeya Mûsa Anter didomin. Heta ti pirsgirêk di rê û rêbaran de nemînin dê xebatên me bidomin.”

Di sehbêriya Walî Karaloglu de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û serekên daîreyan jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan