Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu dawiya hefteyê li ser kar e

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di mesaiya xwe ya dawiya hefteyê de xebatên ji bo birêkûpêktir û hêşîntirkirina bajêr saxtî kirin. Walî Karaloglu, bi saxtîkirina xebatên li ser Seyrangeha Tirspîyê dest bi mesaîya xwe kir. Li qada ku Serokatiay Daîreya Park û Baxçeyan xebatên binesaziyê lê dimeşî

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di mesaiya xwe ya dawiya hefteyê de xebatên ji bo birêkûpêktir û hêşîntirkirina bajêr saxtî kirin.

Walî Karaloglu, bi saxtîkirina xebatên li ser Seyrangeha Tirspîyê dest bi mesaîya xwe kir. Li qada ku Serokatiay Daîreya Park û Baxçeyan xebatên binesaziyê lê dimeşîne, dê yarîgehên zarokan, şaneşînên temaşê, rêyên peyasekirinê û cihên kampê hebin. Karaloglu diyar kir ku bi cîbicîkirina van projeyan re dê Diyarbekir bibe bajarekî hêşîn û xweş.

Walî Karaloglu piştre qadên avdanê ku dê ji aliyê DSÎ ve ji Bendava Tirspîyê ava avdanê bo zeviyan bête guhastin, seh kirin. Karaloglu di daxuyaniya vir de got, “Ji bo bandora hişkesaliyê bişkênin dê bi rêya co û cobarên avê avê bidin ser zeviyên cotyaran. Xwedê bi me re be. Ji niha ve berhemê me yê îsal ser xêr û xweşiyê be.”

Walî Karaloglu piştre serdana Navenda Lojîstîk a Diyarbekirê ku tê çaverêkirin Diyarbekirê bixe nav bazara Rojhilata Navîn û Rojhilata Asyayê û xebatên virê saxtî kirin. Bi vê navenda lojîstîk ku dê bibe navenda herî mezin a Tirkiyeyê dê gelek mifayê xwe bo îstihdam û pîşekariya bajêr çêbe.

Walî Karaloglu, li gundê Tilhama bi ser Yenîşehrê sera pira Qerekoprî ya tarîxî da. Walî Karaloglu diyar kir ku Şaredariya Yenîşehrê projeyeke bi pêş xistiye ku bi wê dê rêya Romê û hawirdora newalê hawirçakî lê were kirin.

Karaloglu, xebatên ziftkirina li navçeya Peyasê li devera ku ji cadeya Tekel, duryana cadeya mastfiroş û heta cadeya Selahedîn Eyyubî li xwe digire, saxtî kirin. Karaloglu, bi şêniyên vê derê re rûnişt û ji bo wan xêr û xweşî xwest.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan