Walî Karaloglu hin mizgînî dan Çermûgê
Şaerdariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, hîmê avahiya xizmetguzariyê a şaredariya Çermûgê danî. Avahî li gorî avasaziya bajêr tê avakirin.
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di merasîma hîmdanînê de axivî û got ku Şaredariya Bajarê Mezin, projeya avahiya xizmetguzariyê ya Şaredariya Çermûgê revîze kiriye.
Karaloglu diyar kir ku ew ê Sûka Çermûgê ku ji ber baranan lêmişt lêdide û binesaziya wê peritiye jî dê di çarçoveya projeya çaksaziyê de nû bikin û aşkere kir ku avakirina Avahiya Şaredariyê û nûkirina Sûka Çermûgê dê di bihara 2022’ê de amade bibe û pê re reng û dirûvê navçeyê biguhere.
Karaloglu da zanîn ku du otelên navçeyê ji ber hîmê wan saxlem nîne dê bêne hilweşandin û got ku şûna wan 40 donim erd vala dibe, Şaredariya Bajarê Mezin a Samsûnê ku bira Şaredarê Şaredariya Çermûgê ye dê li vê derê park û seyrangehekê çêke.
Karaloglu, diyar kir ku ev park dê li ser 40 donim erdê li tenişta Germavan bêt çêkirin û navê wê jî dê Parka Dostaniya Samsûn û Çermûgê be.
Sûlava Pîr Şeyhan dibe Parka Mîlî
Karaloglu, destnîşan kir ku gelek projeyên wan ji bo vê navçeya rengîn hene û weha axivî:
“30 kîlometir li dûrî navenda Çermûgê Sûlava Pîr Şeyhan heye ji bo ev wek Parka Mîlî bête dabînkirin min talimat da Gerînendetîya Parkên Mîlî ya Meletiyê. Hefteya borî ekîb li deverê gerîyan û roparên xwe pêşkêş kirin. Înşelleh piştî prosedûr çareser bû em ê Sûlava Pîr Şeyhan û derdora wê wek parka millî terxan bikin. Şênî gava serdana wê derê dikin ji bo pêdiviyên xwe bibin cih dê wc, destşok û sekû û textebendên rûniştinê lê bêne dabînkirin. Paşê em ê wê radestî Şaredariya Çermûgê bikin. Piştî biserîbûna projeyê dê mifayê gelek bo navçeyê hebe.”
Karaloglu, aşkere kir ku li her 17 navçeyên Diyarbekirê, bêyî ku ew tu ferq û cihêtiyê bixin navbera şêniyan ew ê bi xizmetguzariya xwe berdewam bin.
Karaloglu bi bîr xist ku wan daye ber xwe ku sala 2021’ê 1200 km rêya gund û taxên derekî xizmeta afsaltkirinê bikin, ji ber vê li her navçeyê şantiye danîne û DÎSKÎ bi projeyeka 552 milyon lîreyî xizmetguzariya ava vexwarinê, kanalîzasyonê, dezgehên parzinandina avê û binesaziyê pêk tîne.
Karaloglu, axaftina xwe weha domand:
“Gelek caran dipirsin, dibêjin ev pere ji ku tê? Ez jî dibêjim, Xwedê Serokkomarê me biparêze. Gava em pirsgirêkên der barê Diyarbekirê jê re got, talimat da, ne bes teqîp kir. Birêz Serokkomarê me wê pêla han, li Xelata Bidlîsê walîyên herêmê kom kirin. Min jê re got ku pirsgirêka herî mezin a Diyarbekirê ava vexwarinê û xetên avê ne. Di tu bernameyên razemeniyê de nebû. Ji bo çareserkirinê bizav dan kirin û xebat dest pê kirin.”
Karaloglu amaje pê kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên ketî ser hev ên Diyarbekirê parlamenter û wezîr piştgiriyeke mezin bi wan re dikin û got ku ji bo ev hawira aramî, bawerî û xweşbînî ya li bajêr peyda bûye têk nece em ê hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin.
Di merasîmê de parlamenterê Diyarbekirê Mehdî Eker û Şaredarê Çermûgê Şehmûs Karamehmetoglu her yekî axaftinek kir.
Walî Karaloglu û kesên pê re piştî merasîmê serdana esnafan kir.
