Walî Karaloglu, kampanya fetrûmekirina 28 hezar dar fistiqan da destpêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, li gundê Cengîza yê bi ser Farqînê kampanyaya fetrûmekirina 28 hezar darên fistiqê da destpêkirin.
Karaloglu, diyar kir ku ew dixwazin hilberîna fêkiyên bi qalik zêde bikin û got ku ew hewl didin ku Diyarbekir bibe yek ji bajarên sereke yên Tirkiyeyê di barê hilberandina gûz, fistiq û bahîvê de.
Şaredariya Bajarê Mezin, li gel Gerînendetiya Daristanan a Bajêr û Serokatiya Kargêriya GAP’ê bi biryareke hevpar sala 2021’ê wek sala fêkiyên bi qalik îlan kiriye, Karaloglu bal bikaşnd ku bo van saziyan budçe veqetandiye û bütçe di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewar de ye û buhayê 15 milyon TL ye.
“Şukir ji Xwedê re ji sedî 90ê daran fetrûme girt”
Karaloglu, bi bîr xist ku ew hewl dikin 3 celebên fêkiyên bi qalik ên wek fistiq, bahîv û gûz li deverên bejî ku çandiniya avî lê nayê kirin ku dikeve milê bakur bi pêş bixin û got ku wan ji bo vê li van deran rezen darên bi qalik çêkirine, paşê rez rehabîlîte kirine, pê re dar fetrûme kirine û li cotyaran belav kirine.
Karaloglu weha axivî:
“Berî niha li Erxeniyê darên xirş hatin fetrûmekirin. Şukir ji Xwedê re jis edî 90’ê van fetrûmeyan girt. Li navçeya Pasûrê me darek şembolekê ya makedar dît. Berê li vê derê darên şembolekan/kestane hebûne. Me 2 hezar darên maziye bi kestaneyê fetrûme kirin. Belkî heta 3-5 salan Diyarbekir bibe bajarekî şembolekan.”
“Me kampanyaya fetrûmekirina 28 hezra daran da destpêkirin”
Karaloglu diyar kir ku fetrûmekirina darên fistiqan bara duyê a meha hezîranê dest pê dike û got ku ji bo 99 hezar fistiqan daxwaza niçilandinê heye.
Karaloglu weha got, “Me îsal îhale ji bo fetrûmekirina 28 hezar darî daye. Aniha em kampayaya fetrûmekirina 28 hezar daran bi we re didin destpêkirin.
Karaloglu bal kişand ku çandinî û heywandarî sektorên sereke yên vî bajarî ne û da zanîn ku wan xebatên boneya çandiniyê dane destpêkirine û weha axaftina domand:
“Înşeleh di dema pêş de Diyarbekir di ser asta Tirkiyeyê bibe yek ji wan bajarên ku zêde gûz, fistiq û bahîv lê têne çandin. Xweda me ji hişkesaliyê biparêze. Xweda ber û bereketê, tifaq û biratiya me qewîm bike.”
Di bernameyê de, li gel Walî Karaloglu, qeymaqamê Farqînê Murat Ozturk, Midûrê Çandinî û Daristanan Mustafa Ertan Atalar, Serokê Daîreya Xizmetên Gundewaran Nihat Nurbakî û komek cotyar amade bûn.
