Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu, xebata li Kuçeya Hunerê seh kir

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên li Kuçeya Hunerê ku hema ber bi dawîhatinê ve ne seh kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebata ji sertapê nûkirina Kuçeya Hunerê daye destpêkirin û niha xebata nûkirinê gihîştiye ber qedandinê.

Walî Kararloglu, xebatên li kuçeyê seh kirin ku binesaziyê wê hate xurtkirin û pergala ronîkirinê hate dabînkirin.

Karaloglu der barê xebatê de agahî ji rayedaran wergirt, paşê bi esnafan re hevdîtinek pêk anî û daxwazên wan guhdarî kirin.

Karaloglu, ji esnafan xwest piştî ku xebata li ser kuçeyê bi dawî bibe ew bi fîzîkî û manewî xwedîyê li vê kuçeyê bikin û li beşa ‘Bîrhatina Kuçeya Hunerê’ de bi esnafan re wêneyekî xwe girt.

Di serdan û çavdariya Kuçeya Hunerê de ligel Walî Munîr Karaloglu, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û serekên daîreyan jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan