Walî Munîr Karaloglu, “Akademîya Zarokan” vekir
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, vekirina “Akademiya Zarokan” a Şaredariya Bajarê Mezin çêkirî, pêk anî.
Serokatiya Beşa Xizmetên Civakî, li Sumerparkê ji bo zarokên 4-7 salî jê sûdê webigirin “Akademiya Zarokan” vekir. Di akademiye de leyîzgehên zarokan ên cur bi cur bo pêşxistina aqil û jîrahiya wan hene.
Akademî di serê pêşîn de dê zarokên şehîd, gazî, êtîm û sêwî û xizanan werbigire, hemû kelûpelên alotyeyê dê bêpere bin. Ji bo zarokên astengdar dê servîs bête terxankirin.
Walî Karaloglu di vekirina akademiyê de axaftinek kir û got ku piştî ew hatine ser kar wan giraniya daye şaredartiya civakî di xizmetguzariyê de.
Karaloglu diyar kir ku ew hewl didin bi awayekî xwe bigihînin 1 milyon û 782 hezar kesên li vî bajarî dijîn û got wan bi hemû saziyên bajêr de hevkariyeke cidî pêş xistiye.
Karaloglu, weha axivî:
“Şaredariya Bajarê Mezin, bi hemû beş û yekeyên xwe ve bi saziyên cemaweriyê re mîna ku saziyek bin bi xizmetguzariyê radibe û ne tenê li navenda bajêr li 17 navçeyan dixebite. Encamên vê xebatê sala pêş dê baştir bê dîtin. Bi malên zanînê, Lîseyên Akademî, şevnişînên ji bo keçikan hatine vekirin, bi xizmetên bo astengdaran û kompleksên bo xizmetguzariyê dê baştir bête dîtin bê ka Şaredariya Bajarê Mezin di warê şaredartiya civakî çi xizmetên mezin kirine.”
“Em ê derfetan bo dayikan terxan bikin”
Karaloglu bi bîr xist ku wan ji bo dayikên astengdaran Mala Bêhnvedanê ava kiriye û weha gotinên xwe domandin:
“Hin dayikên wisa yên astengdaran hene tu cihekî wan nîn e ku zarokên xwe deyninê lewra bi salan e çavê wan bi derve neketiye. Niha em ê ji bo wan zarokan derfetekê terxan bikin. Dê Malên Bêhnvedanê bêne çêkirin, ev dayik dê zarokên xwe deynin van malan û ew ê bikaribin pêdiviyên wan bînin cih. Dayikên me dê li mala bêhnvedanê bêhna xwe vedin. Niha avakirina 2 ji van malan; yek li semta Şehîtlixê yek li Peyasê dewam dike.
“Hemû zarokên Diyarbekirî dê ji atolyeyan sûdê werbigirin”
Karaloglu ji bo “Akademiya Zarokan” dilnimaya pîroziyê kir û weha got:
“Em her kesê li Diyarbekirê dijî paxavê pê didin, em xizmetê dikin da ku ew xwe mirovê texma yekê hest bikin. Bêguman di van atolyeyan de dora pêşî dê bo zarokên sêwî, şehîdan bin pê re hemû zarokên Diyarbekirê dê sûdê jê werbigirin.”
Piştî axaftinê Walî Karaloglu ligel hevjîna xwe Sevîm Karaloglu qurdeleya vekirina Akademiya Zarokan birî. Piştî wê bi zarokan re leyîst.
Di bernameyê de ligel Karaloglu, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan jî amade bû.
