Walî Munîr Karaloglu: “Hefteya pêş em ê pişkan bavêjin û mizgîniyê bidin we”
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu got, “Em dixwazin di nav hefteya pêş de pişkan bavêjin û mizgîniyê bidine we.”
Waliyê Diyarbekirê her ji du hefteyan carekê pirs û pirsgirêkên şêniyên navçeyekê li ser platformên medyaya civakî bi welatiyan re gotûbêj dike, vê hefteyê dora pirsan navçeya Farqînê bû.
Karaloglu, ji rêyên gundan bigire heta pirsgirêkên avê û binesaziyê heta şewatên pirêzeyan pirsên şêniyan bersivandin û pirsa der barê wergirtina xebatkarên bo şaredariyê jî got ku ew ê bi pişkan aşkere bikin û dê 423 xebatkaran bigirin kar.
Karaloglu da zanîn ku serlêdanên bo kar hatin wergirtin, xebatên berheviyê berdewam dikin û weha got:
“Em ê ji bo şaredariya Sûr, Yenîşehir, Peyas, Şaredariya Bajarê Mezin û DÎSKÎ’yê bi rêya pişkavêtinê 432 xebatkaran bigirin kar. Lê her saziyê şert û mercên xwe hene. Me di nava xwe de bala xwe da ser pîşeyên cuda cuda û gorî wê serlêdan qebûl kirin. Em ê di nava hefteya pêş de pişkan bavêjin û mizgîniyê bidine we.”
Walî bi bîr xist ku pişkavêtin dê bi awayekî zelal pêk werin û dê li ser platformên medyaya civakî ya saziyên têkildar bên weşandin.
