Walî Su: “Karê me xizmeta xelkê me ye”
Şaredariya Bajarê Mezin rêya komî ya devera Tilêlekê û derdora wê ya bi ser navçeya Sûrê vekir Walî Su: “Karê me xizmeta xelkê me ye. Baweriya me ev e. Xizmeta xelkê xizmeta Xaliq e. Heke hûn ji me razî bin, heme em dilê we xweş bikin, Xwedê jî dê ji me razî be. Ne tenê bi rêyan, ji bilî vê bi çêkir
Şaredariya Bajarê Mezin rêya komî ya devera Tilêlekê û derdora wê ya bi ser navçeya Sûrê vekir
Walî Su:
“Karê me xizmeta xelkê me ye. Baweriya me ev e. Xizmeta xelkê xizmeta Xaliq e. Heke hûn ji me razî bin, heme em dilê we xweş bikin, Xwedê jî dê ji me razî be. Ne tenê bi rêyan, ji bilî vê bi çêkirina parkan, navendên ciwanan, salonên sporê, em ê bi xizmeta li jinan, ciwanan û tevahiya welatiyên xwe berdewam bin.”
Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, beşdarî vekirina rêya komî ya li devera Tilêlekê bû ku ev rê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin hate çêkirin.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê di çarçoveya serdema asfaltê ya sala 2022ê de rêya komî ya devera Tilêlekê qedand, ev rê 10 kîlometir dirêj û 6 metir pahn e.
Walî Su, di merasîma li gundê Tilêlekê de axaftinek kir û got, li Diyarbekirê gelek projeyên mezin û xizmetên giring ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê, YÎKOB û Şaredariya Bajarê Mezin ve têne meşandin.
Walî Su, diyar kir ku ew li gorî pêdiviyan xizmetan dikin û got, “Di her warî de ji perwerde, tenduristî, binesaziyê heta bi seresaziyê gelek xizmetên me hene û kêmasiyên me hene. Ji bo çareserkirina van kêmasiyan ew hewldanên mezin dikin.”
“Em ê 2 hezar û 400 kîlometre asfaltê danîn ”
Walî Su, diyar kir ku ew di xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin de gelek giringiyê didin xizmetên rê û rêbaran û weha axivî:
“Em plan dikin ku di çarçoveya serdema asfaltkirina sala 2022-2023ê de bi giştî 2 hezar û 400 kîlometir asfaltê çêkin.”
“Cihê xelkê me ser ser û çavên me ye”
Walî Su bal kişand ser giringiya xizmeta bo welatiyan û weha axivî:
“Ez ji hemû hevalên me re, ji midûr û karmendên me re, ji hemû xebatkarên me re vê dibêjim. Karê me xizmeta welatiyan e. Serokomar, em ji bo xizmeta xelkê xwe bikin şandine vê derê. Karê her midûrî, her amirî xizmeta xelkê ye. Heke li deverekê kar baş nemeşe û kêmasî hebin, bila hayê we jê hebe. Heke nebaşî bi xebatkaran bûbe lê hayîdar bin. Cihê welatiyên me ser ser û çavên me heye.”
Walî Su, diyar kir ku ew hewl didin xizmeta herî baş bikin û weha axivî:
“Karê me ew e em xizmeta baş bikin. Em ji vê bawer dikin. Xizmeta bo xelkê xizmeta bo Xaliq e. Heke hûn ji me razî bin, heme em dilê we xweş bikin, Xwedê jî dê ji me razî be. Ne tenê bi rêyan, ji bilî vê bi çêkirina parkan, navendên ciwanan, salonên sporê, em ê bi xizmeta li jinan, ciwanan û tevahiya welatiyên xwe berdewam bin.”
Mizgîniya otobûsan bo Tilêlekê
Walî Su, aşkere kir ku seferên otobûsan ên navbera Diyarbekir û gundê Tilêlekê ku ji ber pandemiyê rawestiyabû dê dîsa dest pê bike û got, bila ser xêrê be.
Fêda 5 hezar welatî heye
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çiftçi jî diyar kir ku piştî salan wan pirsgirêka rê ya gundê Tilêlekê çareser kiriye.
Çiftçi diyar kir ku ev rêya nû ne tenê navbera gundê Tilêlek û gundê Axwêranê digihîne hevdu her weha 5 hezar kes ji vê sûdê werdigirin û heta navçeya Karazê pirsgirêka hatûçûnê siviktir dike.
Piştî merasîmê Walî Su, li gundê Tilêlekê bi welatiyan re çay vexwar, sohbet kir.
Di bernameyê de ligel Walî Su, gelek giregir û rayedar jî amade bûn.
