Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebata binesaziya Çemê Azîzîyê didome

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka ava gemarî ya çemê Azîzzîyeya bi ser Yenîşehrê xebata çaksaziyê dimeşîne. Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li taxa Azîzîye û Gurdoganê ku ji ber binesaziyeke bêserober û bajarsaziyeke çelexwarî

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka ava gemarî ya çemê Azîzzîyeya bi ser Yenîşehrê xebata çaksaziyê dimeşîne.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li taxa Azîzîye û Gurdoganê ku ji ber binesaziyeke bêserober û bajarsaziyeke çelexwarî kêşeyên biensaziyê lê peyda bûne, dest bi xebatên çaksaziyê kiriye.

Gerîndetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li taxên Azîziye û Gurdoganê ji ber warnişînbûna bêpergal ava şêlo û gemar diherike meydanê û bêhneke nexweş peyda dibe, lewra xebatên pakkirinê dimeşîne.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, saxtîya xebatan kir û der barê wê de agahî ji xebatkaran girt.

Tutşî got ku ev proje binesaziya herêmê xurttir dike û weha axivî:

“Ev salên dûvedirêj e ji ber warnişînbûna bêpergal li vê derê bêhna nexweş a kanalîzasyonê dihat. Ji bo çareserkirina vê pirsê me zend û bend badan. Bi vê projeyê re em ê derdekî mezin ê vê herêmê çareser bikin û nehêlin Şetê Dîjleyê qirêj bibe. Em hewl didin pirsgirêkên xelkê xwe çareser bikin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan