Xebata binesaziyê li Cadeya Mezopotamya dest pê kir
Şaeredariya Bajarê Mezin, li qismê 300 metir ê ku Cadeya Mezopotamya bi Bulvara Elezîzê ve girêdide, dest bi xebata danîna kanalizasyon û xeta ava barînan kir.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li Cadeya Mezopotamyayê ku Rêya Rihayê û Bulvara Elezîzê digihîne hev di çapa 850 metir xeta kanalîzasyonê û xeta ava baranan datîne.
DÎSKÎ, di çarçoveya xebata ku 670 hezar lîre digire de bi rêbaza sondaja berwarkî di bihorka hemzemîn de di bi xeta trênê re dê kanalizasyon û xeta ava baranan deyne.
Şaredariya Bajarê Mezin, piştî xebata binesaziyê, dê xebata seresaziyê biqedîne û cadeyê bo hatûçûnê veke.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebata li ser Cadeya Mezopotamyayê li cihê wê seh kir.
Tutşî diyar kir ku ew ê di rojên pêş de vê xebatê biqedînin û weha axivî:
“Bi talimata Walî Munîr Karaloglu, bi lez û bez xizmetên pêdiviya xelkê me pê heyî em bi encam didin. Ji bo welatiyên me bê serêşan ji xizmetên binesaziyê sûdê werbigirin em projeyên xwe bi hestyarî dimeşînin. Armanca me ew e ku em xizmetên binesaziyeke bêkêmasî pêşkêşî xelkê xwe bikin.”
