Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên binesaziya Çemê Azîzîyê didomin

Gerînedetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyona Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo çareserkirina pirsgirêka ava şêlo ya Çemê Azîzîyê li navçeya Yenîşehrê xebatên xwe dimeşîne. Gerîndetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li taxên Azîziye û Gurdoganê ji ber warnişînbûna bêpergal ava şêlo û gemar diherike meydanê û bêhne

Gerînedetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyona Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo çareserkirina pirsgirêka ava şêlo ya Çemê Azîzîyê li navçeya Yenîşehrê xebatên xwe dimeşîne.

Gerîndetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li taxên Azîziye û Gurdoganê ji ber warnişînbûna bêpergal ava şêlo û gemar diherike meydanê û bêhneke nexweş peyda dibe, lewra xebatên pakkirinê dimeşîne.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, saxtîya xebatan kir û der barê wê de agahî ji xebatkaran girt.

Tutşî got ku ev proje binesaziya herêmê xurttir dike û weha axivî:

“Ev salên dûvedirêj e ji ber warnişînbûna bêpergal li vê derê bêhna nexweş a kanalîzasyonê dihat. Ji bo çareserkirina vê pirsê me zend û bend badan. Bi vê projeyê re em ê derdekî mezin ê vê herêmê çareser bikin û nehêlin Şetê Dîjleyê qirêj bibe. Em hewl didin pirsgirêkên xelkê xwe çareser bikin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan