Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên binesaziyê li Hecîsa bi ser Sûrê

Şaredariya Bajarê Mezin, lez da xebatên binesaziya gundê Hecîsê ya bi ser Sûrê ku bi salan e pirsgirêka wê ya binesaziyê heye.

Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji navenda bajêr heta tax û gundan xebatên xwe yên ser binesaziyê geş û gur dike.

Bi salan e pirsgirêka binesaziya gundê Hecîsê a bi ser Sûrê heye, DÎSKÎ ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê lez da xebatê û xeta kanalîzasyonê ya 5 km danî.

Heta niha di projeyê de xeta avê ya abonetiya 100 kesî hate çêkirin. DÎSKÎ, ji bo vê projeyê 1 milyon û 253 hezar û 681 lîre terxan kiriye û di encamê dê dê xeteke kanalîzasyonê ya 6 hezar û 363 metre û 3500 abonetî bo şêniyên gundê Hecîsê bêne pêkanîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan