Xebatên nûkirina Kuçeya Hunerê didomin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi serpêriştiya Serokatiya Daîreya Çaksaziya Rêbiwaran û Kordînasyona Binesaziyê, xebatên dabînkirina peyzaja li ser Kuçeya Hunerê ya li navçeya Yenîşehrê ye û semnboleke bajêr e, berdewam dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi serpêriştiya Serokatiya Daîreya Çaksaziya Rêbiwaran û Kordînasyona Binesaziyê, xebatên dabînkirina peyzaja li ser Kuçeya Hunerê ya li navçeya Yenîşehrê ye û semboleke bajêr e, berdewam dike. Kuçeya hunerê bi vê xebatê dê vegere ser dilq û xuyangeke modern.
Dê asfalta hêwişk li zemînê bê darêtin
Serokatiya Daîreya Çaksaziya Rêbiwaran û Kordînasyona Binesaziyê, di çarçoveya xebatên çaksaziya kuçeyan de, ji bo asfalta kuçeyê ranebe dê asfalta hêwişt lê bike û bi vî awayî zivistanê kuçe nabe herî û pirsgirêka rabûna asfaltê dê ji binî ve bête çareserkirin.
Ligel vê dê şilk û şemala kuçeyê jî bête guhartin, dê mobîlya û xemla wê jî ji sertapê bê nûjenkirin. Tê çaverêkirin ku xebata peyzajê di meha Nîsanê de bi encam bibe.
