Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên ser binesaziya Licê berdewam e

Xebata hevpar a ji aliyê DÎSKÎ û ÎLBANKê ve ji bo av û kanalizasyona navçeya Licê hatiye destpêkirin, didome. DÎSKÎ li navçeyan xebata ava vexwarinê û kanalîzasyonê didomîne, pirsgirêka binesaziya navçeya Licê ku bi salên dûvedirêj e heye, çareser dike. Li gorî projeya DÎSKÎyê pirsgirêka binesaziya

Xebata hevpar a ji aliyê DÎSKÎ û ÎLBANKê ve ji bo av û kanalizasyona navçeya Licê hatiye destpêkirin, didome.

DÎSKÎ li navçeyan xebata ava vexwarinê û kanalîzasyonê didomîne, pirsgirêka binesaziya navçeya Licê ku bi salên dûvedirêj e heye, çareser dike.

Li gorî projeya DÎSKÎyê pirsgirêka binesaziya Licê heta sala 2050ê têt çareserkirin, li gorî projeyê 33 kîlometir kanalîzasyon têt dabînkirin û 47 kîlometir xeta avê têt cîbicîkirin.

Di çarçoveya projeyê de xwelîmor û xîza li erdê maye, ji aliyê ekîban ve bi rêkûpêk hate paqijkirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî û Midûrê Herêmê yê ÎLBANKê Halit Bayrak xebat seh kirin û der barê xebatê de agahî ji rayedaran wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan