Xebatên “Vejîna Sûran” ketin qonaxa 5ê
Şaredariya Bajarê Mezin, bi şîara “Vejîna Sûran Dest Pê Dike” xebatên restorekirinê dimeşîne û niha qonaxa 5ê ya restorasyonê ku 11 birc bêne çakkirin hate destpêkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta Sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê a UNESCOyê de ye bigihîne siberojê xebatên restorekirinê bi berfirehî didomîne.
Tê zanîn Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya sala par bo Diyarbekirê xwestibû ku bircên hejmar 63 û 73 ku li Newala Dîjleyê dinêrin û Rojhilatê Sûran li xwe digire, bên çêkirin jî tê de dê 11 birc bêne restorekirin.
Serê pêşîn li derdora birc û bedenan targe têne danîn û deverên herifti û derzpêketî tên rûçikandin.
37 birc tên restorekirin
Bi serkêşiya Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvanîyê di sala 2020ê de bi şîara “Vejîna Sûran Dest Pê Dike” xebatên restorekirinê hatin destpêkirin û di qonaxa 1ê de 2 bircên dora Deriyê Rihayê, Birca Benûsenê (Birca Mezin), Birca Heftbira, Birca Nûr û Birca Selçuqî jî tê de 6 birc û dîwarên navberê hatin çêkirin.
Di qonaxa 2yê de 11 bircên Keleha Navîn û bircên hejmar 75-76 yên rûberê derve jî pê re 13 birc hatin restorekirin, dîwarê dora Girê Amîda hate şidandin û xebatên hawirçakiya li deverê berdewam dike.
Birca Deriyê Çiyê ku dê bibe Muzeya Xetat Hamid Aytaç, ligel Bedena Tenê û bircên hejmar 7,8 jî di çarçoveya qonaxa 3ê de tên çêkirin û ji sedî 16ê wê hatiye duristkirin.
Wezareta Çand û Turîzmê, di çarçoveya xebatên qonaxa 4ê de ji bo bircên hejmar 75 û 76ê îhale pêk anî.
