Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî parkeke mezin li Karazê çêdike

Şaredariya Bajarê Mezin, zend û bend badan da ku li navçeya Karazê li ser aqarekî 6 hezar û 400 metrekare parkekê çêbike û ji bo lêçûna wê 3 milyon û 369 hezar û 477 lîre û 06 qurûş terxan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr ji bo çêkirina paran gelek xebatê dike her weha xebata xwe ya bo çêkirina parkan li navçeyan jî didomîne. Şaredariya Bajarê Mezin, bi vê mebestê, li ser erdeki 6 hezar û 400 metrekare parkekê li navçeya Karazê çêdike.

Di nava vê parkê de kafeterya, mizgeft, rêya meşê, amûrên sporê, yarîgehên zarokan, kamelya hene û ev park û seyrangeh bi bendên bilind tê parastin. Her weha pergala avdanê jî dê li parkê bê dabînkirin û çandina dar û bar û şînkahiya parkê jî dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin ve bê pêkanîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan